Li Xaneqînê erd hejiya

Îro danê sibê li sînorê qezaya Xaneqînê, du caran erd hejiya.

Navenda Nûçeyan (K24) – Îro danê sibê li sînorê qezaya Xaneqînê, du caran erd hejiya.

Li gor Desteya Keşnasî û Erdhejê ya Iraqê, îro danê sibê li Xaneqînê du caran erd hejiya. Erdheja yekem bi tundiya (2.8) û ya din bi tundiya (3.3) pileyên Richterê bûn.

Li gor zanyariyan, ti ziyanên canî û madî nehatine tomarkirin.

Ev di demekê de ye, duhî jî li Xaneqînê 4 caran erd hejiya û tundiyên wan (2.6), (3.6), (3.7) û (4) pileyên Richterê bûn.