Parlemantoya Kurdistanê taybet ji bo pirsgirêkên Helebceyê dicive

Civîna Parlamentoyê taybet bi guftûgokirina pirsgirêkên Helebceyê ye.

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Ragihandina Parlamentoya Kurdistanê askere kir, îro civîna Parlamentoyê taybet bi guftûgokirina pirsgirêkên Helebceyê ye û hejmarek wezîr û berpirsên Hikûmeta Herêmê beşdarî civînê dibin.

Rêveberê Giştî yê Ragihandina Parlamentoyê Saman Ehmed Bekir ji K24ê re ragihand, civîna îro ya Parlamentoyê taybet e bi guftûgokirina li ser pirsgirêkên Helebceyê ye.

Diyar kir jî, Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed, Wezîrê Plandananê Dara Reşîd, Wezîra Çandiniyê Bêgerd Talebanî, Wezîrê Pîşesazî û Bazirganiyê Kemal Muslim, Wezîrê Rewşenbîr Heme Hemeseîd û Birîkarê Wezareta Şehîd û Enfalkiriyan Berevan Hemdî û Serokê Desteya Weberhênanê Mihemed Şukrî beşdarî civîna Parlamentoyê dibin.

Li gor zanyariyan, Wezîrê Şehîd û Enfalkiriyan û Parêzgeha Helebceyê beşdarî civînê nabin, ji ber ku civîn bi bîranîna 33 salvegera kîmyabarana Helebceyê re hevdem e û bi wê boneyê jî merasîmek li ser gora Şehîdên Helebceyê birêve diçe.