Li Efrînê otomobîlek teqiya
Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê li ser rêya Cindirêsê otomobîlek teqiya.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê li ser rêya Cindirêsê otomobîlek teqiya.
Li gor zanyariyên Kurdistan24ê, di encama teqînê de kuştî û birîndar hene.
Çavkaniyekî ji herêmê ragihand; 2 polîs mirine û 2 polîs jî birîndar bûne û kesên birîndar rakirine nexweşxaneyeke Tirkiyê.
Ji dema dagîrkirina Efrînê ji berî 3 salan ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve, gelek teqîn di nava Efrîn û gundên de hatine kirin û hejmareke mezin ji welatiyên sivîl bûne qurbanî.