Zarokê ku gurekî ew birîndar kiribû, jiyana xwe ji dest da

Çend meh berê, gurekî êrîşî nişteciyên gundekî li navçeya Ranyayê kiribû û çend kes birîndar kiribûn.

Ranya (K24) – Çend meh berê, gurekî êrîşî nişteciyên gundekî li navçeya Ranyayê kiribû û çend kes birîndar kiribûn, yek ji wan birîndaran zarokek bû, zarok ji ber giraniya birîna xwe, jiyana xwe ji dest da.

Roja 24ê Cotmeha 2020an, gurekî êrîşî gundê Xezîne yê Ranyayê kiribû, di bûyerê de çar kes birîndar bûbûn. Zarokê bi navê Helkewt Resûl di dema êrîşa gurî de birîndar bûbû, çend meh piştî tedawiyê, jiyana xwe ji dest da.

Peyamnêrê K24ê Aras Emîn ragihand; Helkewt Resûl ji bo tedawiyê bo nexweşxaneyeke Hewlêrê hatibû rakirin û derziya li dijî "harbûnê" lê dabûn, lê roj bi roj bandora zêdetir li ser laşê wî derket holê û rewşa wî ya tendirustiyê xirabtir bû û duh jiyana xwe ji dest da.

Li gor gotina şêniyên gund, ew gur har bûye û di rojekê de du caran êrîş kiriye û çar kesan birîndar kirine.

Herwiha diyar dikin ku êrîşa vê carê ya gur cuda bû, gur ketiya nav keriyê pez û êrîşî şivan kiriye, piştre jî ketiye nav gund û êrîşî xelkê kiriye.