Cenazeyê Dr. Kemal Mezher li Silêmaniyê bi xakê tê spartin

Li Hewlêrê û bi amadebûna berpirsên Herêma Kurdistanê di merasîmekê de pêşwazî li cenazeyê Dr. Kemal Mezher tê kirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Cenazeyê nivîskar û dîroknasê kurd Dr. Kemal Mezher ji Almanya gihîşt Hewlêrê û îro bi amadebûna berpirsên Herêma Kurdistanê di merasîmekê de pêşwazî lê tê kirin û piştre li girê Seywan li bajarê Silêmaniyê bi xakê tê spartin.

Şeva borî Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw û Wezîrê Rewşenbîrî û Ciwanan Hemeyê Heme Seîd, hejmarek ji rayedaran û malbata wî, li Firkxaneya Navdewletî ya Hewlêrê pêşwazî li cenazeyê nivîskar û dîroknasê kurd Dr. Kemal Mezher kirin, ku ji Almanyayê bo Herêma Kurdistanê hat veguhestin.

Îro jî bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û hejmarek berpirsên bilind ên Herêma Kurdistanê di merasîmeke taybet de pêşwazî li cenazeyê nivîskar û dîroknasê kurd Dr. Kemla Mezher tê kirin û piştre li girê Seywan li bajarê Silêmaniyê bi xakê tê spartin.

Prof. Dr. Kemal Mezher Ehmed, dîroknasê navdar ê kurd, roja 16ê Adara 2021ê, li nexweşxaneyeke bajarê Bonnê yê Almanyayê koça dawî kiribû.

Fly Erbil Advertisment