Ozgur Ozel: Em amade ne desthilatê werbigirin

Ozgur Ozel
Ozgur Ozel

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Giştî yê Partiya Nû ya Tirkiyeyê Ozgur Ozel nexşerê û stratejiya nû ya partiya xwe ji bo gihîştina bi desthilatê eşkere dike, herwisa radigihîne ku gel daxwaza nûbûnê dike û ew jî bi tîmeke pêkhatî re amade ne ku ber bi desthilatdariyê ve pêngavan biavêjin.

Ozgur Ozel di daxuyaniyekê de bal kişand ser awayê nû yê karê partiya xwe û ragihand: "Di encûmena partiya me de, em bi sê komên serekî kar dikin; ku ji 76 parlamenterên fraksiyonê, 40 kadroyên pişka rêkxistinê, li gel 43 pisporan ji bo danana siyaseta avêtina pêngavan ber bi desthilatê ve pêk tên."

Di derheqa rewşa dîplomasî û peywendiyên navdewletî de, Serokê Giştî yê Partiya Nû amaje kir: "Di siyaseta derve de, partiya me bi temamî amade ye; em di warê siyaseta Rojhilata Navîn, Asya, Ewropa û Amerîkayê de xwediyê pisporiya taybet in."

Herwisa li ser nerîna partiya xwe ji bo pirsa darayî de, Ozel got: "Encûmena birêvebirina aboriya me ji 14 pisporan pêk tê û kar li ser wê yekê dikin ku çawa dahat û jîn û jiyara (nan) welatiyan mezin bikin û parvekirineka dadperwerane jê re misoger bikin."

Ozgur Ozel behsa xweragiriya kadroyên partiya xwe jî kir û ragihand: "Ev kongre ya wan kadroyan bû yên ku mafên wan hatin xwarin û lêdan xwar lê tu carî teslim nebûn; niha jî millet daxwaza nûbûnê dike û partiya me amade ye daku ber bi wergirtina desthilatê ve pêngavan biavêje."

Kongireya yekê ya asayî ya Partiya Nû ya Tirkiyeyê (Yeni Parti) duhî Şemî, 14ê Mijdara 2026ê, li Hola Werzişî ya Enqereyê bi tevlîbûna nêzîkî 1 hezar û 200 endaman bi rê ve çû.