Berpirsên Ewropayê di 6ê Nîsanê de serdana Tirkiyê dikin

Ev demek e peywendîyên Tirkîye û Yekîtîya Ewropayê dikevin heyameke nû.

Navenda Nûçeyan (K24) – Ev demek e peywendîyên Tirkîye û Yekîtîya Ewropayê dikevin heyameke nû. Biryar e, Serokê Konseya Yekîtîya Ewropayê Charles Michel û Seroka Komîsyonê Ursula Von Der Leyen hefteya bê serdana Tirkîyê bikin û bi Serokkomarê wî welatî Erdogan ra bicivin.

Barend Leytsê Berdevkê Serokê Konseya Yekîtîya Ewropayê Charles Michel, li ser hesabê xwe yê Twîtterê da zanîn ku, ew ê rêveber û berpirsên Yekîtîya Ewropayê hefteya bê di 6ê Nîsanê da serdana Tirkîyê bikin û bi rayedar û berpirsên hikûmeta Tirkîyê ra hin hevdîtinan pêk bînin.

Di vê çarçoveyê da, Serokê Konseya Yekîtîya Ewropayê Charles Michel û Seroka Komîsyona Yekîtîya Ewropayê Ursula Von Der Leyen hefteya bê wê serdana Enqereya paytexta Tirkîyê bikin û bi Serokkomarê wî welatî Recep Tayyîp Erdogan ra bicivin. Di serdanê da tê plankirin ku nakokîyên di navbera Enqere û Brukselê da bên guftugokirin. Li alîyê din Ewropa hişyarî dabû Tirkîyê û ragihandibû, ger Tirkîye carekê din li Rojhilatê Behra Spî dest bi xebatên lêgerîna xaz û neftê bike ew ê hin gemaro û dorpêçan bixin rojeva xwe.

Fly Erbil Advertisment