Huda Par serdana Partiya Demokrat a Kurd kir
Partiya Doza Azad (HUDAPAR) di çarçoveya xebatên çêkirina makezagoneke nû de serdana Partiya Demokrat a Kurd (PDK) kir.

Diyarbekir (K24) - Partiya Doza Azad (HUDAPAR) di çarçoveya xebatên çêkirina makezagoneke nû de serdana Partiya Demokrat a Kurd (PDK) kir. Di serdanê de aliyan derbarê çêkirina makezagoneke nû de mafên Kurdan nêrînên xwe anîn zimên.
Li Diyarbekirê Partiya Doza Azad HUDAPARê di çarçoveya xebatên çêkirina makezagonek nû de serdana Partiya Demokrat a Kurd PDKê kir.
Di serdanê de Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad Hudaparê Îshak Saglam amaje kir ku divê di makezagonê de pênaseya neteweyan neyê kirin û herwiha mafê perwerdehiya zimanê zikmakî were nasîn.
Serokê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurd (PDK) Reşît Akici jî da zanîn ku eger di çêkirina makezagoneke nû de mafên Kurdan were parastin û di berjewendiya gelê Kurd de be ewê piştgiriya makezagona nû bikin, lê eger ji bo Kurdan tiştek neyê guhertin wê demê ewê jî piştgiriya makezagonekê wisa nekin.