Li Rojavayê Kurdistanê cejna Ekîto tê pîrozkirin
Bi boneya serê sala nû ya Babilî Aşûrî, li Rojavayê Kurdistanê cejna Ekîto tê pîrozkirin.
Tirbespiyê (K24) – Bi boneya serê sala nû ya Babilî Aşûrî, li Rojavayê Kurdistanê cejna Ekîto tê pîrozkirin.
Peyamnêrê K24ê li Tirbêspiyê Ekrem Salih ragihand; ji hemû pêkhateyan, kesayetên siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl, li gundê Til Şêran yê li derdora bajarê Tirbespiyê yê Rojavayê Kurdistanê, bi aheng û stranên çanda Xirîstiyanan cejna Ekîto tê pîrozkirin.
Herwiha Cîgirê Nûnerê Amerîkayê yê ji bo Sûriyê David Brownstein jî di ahengê de amade ye.
Serokê Desteya Têkiliyên Giştî ya Rêxistina Aşûrî ya Demokrat Gabrîel Mûşîgoriya ji K24ê re li ser girîngiya cejna Ekîto ji bo wan, diyar kir ku cejna Ekîto ji cejnên herî kevnar e li Iraq û Sûriyê, herwiha ev cejn weke cejna Newrozê ya Kurdan e.