Li Bingeha Komkara Erebî 7 bijîşkên Herêma Kurdistanê tên xelatkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Erebî bo Pisporiyên Tenduristiyê ku bi ser Komkara Erebî ve ye li bingeha sereke ya wê komkarê li Qahîreya paytexta Misrê merasîmekê bo xelatkirina 52 bijîşkên pispor di war û nexweşiyên cuda cuda de rêk dixe, di nav wan de jî heft bijîşk Kurdên Herêma Kurdistanê ne û sibe şeş ji wan li Qahîreyê bo wergirtina xelatên xwe amade dibin.
Pisporê Nexweşiyên Hinavan Dr. Hêriş Qadir Derbendî îro Sêşem, 10ê Mijdara 2026ê, taybet ji malpera Kurdistan24ê re ragihand ku biryar e sibe li avahiya sereke ya Komkara Welatên Erebî li Qahîreya paytexta Misrê ahenga rêzlêgirtinê li yekemên gera derçûyên sala 2025ê ya Encûmena Erebî bo Pisporiyên Tenduristiyê bê kirin.
Di wê merasîmê de 7 bijîşkên Kurd, ku şeş ji wan dê di wê merasîmê de amade bibin û sê ji wan jin in, li ser asta welatên Erebî di pisporiyên xwe de rêza yekê bi dest xistiye, tên xelatkirin û tenê bijîşkek ji ber rewşa xwe ya taybet nikare amade bibe.
Bijîşkên Kurd ên ku sibe tên xelatkirin ev in:
- Dr. Hêriş Qadir Hemedemîn – Pisporê Hinavan
- Dr. Zariya Şêrwan Mehmûd – Pispora Jinan û Zarokbûnê
- Dr. Hêlîn Burhan Derwêş – Pispora Çermî
- Dr. Hewrîn Osman Nûrî – Pispora Bêhişkirinê
- Dr. Omer Luqman Siyamend – Pisporê Nexweşiyên Derûnî
- Dr. Elî Îbrahîm Hesen – Pisporê Neştergeriyên Cobarên Mîzê
- Dr. Beyar Ebdulah Ehmed – Pisporê Hûrbîn ê Neştergeriya Cobarên Mîzê yên Zarokan
Dr. Hêriş Qadir herwisa got: "Mekanîzma tevlîbûnê bo wergirtina vê xelatê li gorî yekembûna bijîşkî ye di wê pisporiya ku heye li ser asta her 22 welatan, bidestxistina rêza yekê jî girêdayî helsengandina teorî ya bordê ye. Di dawiya xwendina her bordekê de jî, helsengandina dawiyê heye. Di helsengandinên teorî yên her pisporiyekê de, bijîşk bi rêza yekê derdikeve, me jî van her heft bijîşkên Kurd, me karî di pisporiyên xwe de rêza yekê bi dest bixin."
Navbirî herwisa ragihand ku ev cara yekê ye ew merasîm bo bingeha sereke ya Komkara Erebî li Qahîreyê tê veguhastin, pêştir û salane ew merasîm li Urdinê bi rê ve diçû, bo îsal jî biryar e wezîrên tenduristiyê yên her 22 welatên Erebî di merasîma pêşkêşkirina xelatan de amade bibin.
Amaje bi wê yekê jî da: “Bo îsal 52 bijîşkên pispor, ku derçûyên gera 2025ê ne, anku ewên di 2019-2020an de dest pê kiriye û rêza yekê di pisporiyên xwe de bi dest xistiye, tên xelatkirin; min bi xwe jî di pisporiya hinavan de di nav 400 bijîşkên tevlîbûyî yên 22 welatan de rêza yekê bi dest xistiye.”
Encûmena Erebî ya Pisporiyên Tenduristiyê bilindtirîn dezgeha xwendin û rahênana bijîşkî ye li ser asta welatên Erebî, di sala 1978ê de hatiye damezrandin û ser bi Komkara Welatên Erebî ve ye.