"Visit Kurdistan"ê li Brukselê du xelatên navneteweyî di warê geştûguzarê de wergirtin
Navenda Nûçeyan (K24) – Di destkeftiyeka nû ya navdewletî de bo kerta geştûguzarê ya Herêma Kurdistanê de, platforma "Visit Kurdistan"ê di merasîma salane ya belavkirina xelatên geştûguzara cîhanî 2026 de li Bruksela paytexta Belçîkayê du xelatên mezin û bilind ên navdewletî wergirtin.
Ew merasîm li Mûzexaneya Şahane ya Hunerên Bedew ên Belçîkayê li bajarê Brukselê, di çarçoveya civîna salane ya "Korbenda Geştûguzarî ya Cîhanî" (Global Tourism Forum) de bi rê ve çû, ku tê de nûnerên bi dehan welatan, şarezayên navdewletî û kesatiyên diyar ên kerta geştûguzara cîhanê amade bûn.
Di wê merasîmê de, Herêma Kurdistanê bi rêya platforma fermî ya "Visit Kurdistan"ê du xelatên nayab ên cîhanî wergirtin:
1. Xelata Baştirîn Ezmûna Geştûguzara Dîjîtal a Sala 2026ê (Best Digital Tourism Experience): Ev xelat bi sedema projeya geşta mecazî ya sê rehendî (3D Virtual Reality) bo Keleha Hewlêrê ya dîrokî hat bidestxistin, ku bi rêya dahênana teknolojiyê rêyê dide geştiyarên cîhanî ku ji dûr ve li nav kolan û şûnwarên wê kelehê bigerin û şarezayî dîroka wê bin.
2. Xelata Baştirîn Rûgeha Kelepûr û Mîratê ya Sala 2026ê (Best Heritage Destination): Ev xelat jî wekî îtîrafeka navdewletî ye bi dewlemendiya dîrokî, şûnwarî û çandî ya axa Kurdistanê, ku bala geştiyarên biyanî dikêşe.
Di çarçoveya wergirtina wan her du xelatan de, nûnerên platforma “Visit Kurdistan”ê di daxuyaniyekê de bo peyamnêrê Kurdistan24ê li Brukselê Barzan Hesen dilxweşî û serbilindiya xwe bi vê serkeftina mezin diyar kirin.
Birêveberê Peywendiyên Giştî li “Visit Kurdistan”ê Helmet Kêsteyî ragihand: "Ev ji bo hemî gelê Kurd rojeka pirî şanazî ye. Di korbendegeke hosa navdewletî de û li beranberî nûnerên welatên cîhanê, bidestxistina van her du xelatan nîşana wê yekê ye ku Kurdistanê ji aliyên dîrok, şûnwar û şaristaniyê ve pêgeheke cîhanî heye û di rêza pêşiyê ya welatan e."
Heriwsa Birêvebera Projeyên “Visit Kurdistan” Daniye Qadir jî bi kincên Kurdî xelata xwe li ser şanoyê wergirt, di daxuyaniya xwe de bal kişand ser projeya dîjîtalî ya Keleha Hewlêrê û got: "Me xwest bi rêya teknolojiya sê rehendî (3D) deriyekî bo hemî cîhanê vekin daku dîroka kelehê û bedewiyên Kurdistanê bibînin, bi rengekî ku berî geştiyar serdana Kurdistanê jî bikin, hest bi kûrahiya dîrok û çanda me bikin. Ev xelat berhema wê dahênanê ye û handereke mezin e bo wê yekê ku zêdetir pêşketinê bi kerta geştûguzar bidin."
Bi destxistina van her du xelatên navdewletî li paytexta Yekîtiya Ewropayê wekî destkeftiyeka giring di zêdetir nasandina samanê dewlemend ê kelepûrî, dîrokî û xwezayî yê Kurdistanê bo cîhanê de û rakêşana geştiyarên biyanî bi rêya nûtirîn awayên teknolojî û geştûguzara dîjîtalî ve tê dîtin.