Amerîka pabendbûna xwe bi piştevanîkirina gelê kurd dubare dike
Di 30 saliya biryara 688 a ji bo parastina gelê Herêma Kurdistanê de, Amerîka pabendbûna xwe bi piştevanîkirina gelê kurd re tekez dike.

Navenda Nûçeyan (K24) – Di 30 saliya biryara 688 a ji bo parastina gelê Herêma Kurdistanê de, Amerîka pabendbûna xwe bi piştevanîkirina gelê kurd re tekez dike û radigihîne, ew ê bi piştevaniya Herêma Kurdistanê ya bihêz di çarçêveyê Iraqa federal de berdewam bin.
Konsolxaneya Amerîka li Herêma Kurdistanê di peyamekê de ragihand, “Di rojeke wek îro de ji sala 1991an, Amerîka alîkar bû ji bo damezirandina herêma aram, ew jî bi riya sepandina herêma dijefirînê li ser xeta 36 li Îraqê da ku ewlehiya gelê kurd misoger bike.”
Ragihand jî, "Amerîka pabendbûna xwe ya piştgîriya gelê Kurd dubare dike û dê berdewam be li ser piştgîrîkirina Herêma Kurdistanê ya bihêz di çarçêVeya Iraqa federal de.”
Piştî bi dawîbûna şerê Kendavê yê duyem di sala 1991an de, Amerîka û Brîtanyaya di her du salên 1991 û 1992an de li Îraqê herêma aram ragihandin û weke herêma dijî firokeyan li bakur û başûrê Îraqê hate nasîn û ev jî ji bo parastina Kurd û Şîayan ji zulma Bexdayê.
Fransa di destpêka Nîsana 1991an de projebiryarek pêşkêşî Encûmena Asayişa Navdewletî kir û tê de daxwaz kir ku komkujiya Iraqê ya li dijî gelê kurd şermezar bike ku ji ber di dema şerê kendavê de serî hilda û gelê kurd dest bi raperînê kir. Ev yek bû sedema ku di 5ê heman mehê de biryara 688 ji aliyê Encumena Asayişa Navdewletî ve were derxist û tê de bang li Iraqê hate kirin ku dest ji kuştina kurdan berde û rêzê li mafên mirovan bigirin. Daxwaz jî ji sazî û rêxistinên hawarçûnê yên Neteweyên Yekgirtî kir ku alîkariya koçberan bikin ku ji ber zilma rejîmê nêzî milyonek kurdên Başûrê Kurdistanê berê xwe dan Îranê û Tirkiyeyê û koçber bûn.