Li Mûşê erdhej qewimî

Serokatiya Rêvebirina Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) li ser malpera xwe ragihand ku li navçeya Korkut a Mûşê erdhej çêbû.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokatiya Rêvebirina Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) li ser malpera xwe ragihand ku li navçeya Korkut a Mûşê, di demjimêr 11:47an de bi pileya 4.2 erdhej qewimî.

Hat ragihandin ku erdhej 11.15 kîlometre di bin erdê de rûdaye û tevî navçeya Korkut a Mûşê, li navçeyên derdor û navçeya Norşîn a Bedlîsê jî hatiye hîskirin.

Di erdhejê de zirar negihişt can û malê ti kesî.

Çavdêriya Kandîllî ya Zanîngeha Bogazîçiyê û Enstîtuya Lêkolînên Erdhejê jî, navenda erdhejê weke gundekî navçeya Norşînê ya Bedlîsê ragihand.

Fly Erbil Advertisment