Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Balyozê Koryayê li Iraqê kir

Di civînê de behsa pêşxistina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û komara Koryayê hat kirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Koryayê li Iraqê Jang Kyung Wook kir.

Di hevdîtinê de ku Konsulê Giştî yê Korya li Hewlêrê amade bû, behsa pêşxistina pêwendIyên Di navbera Herêma Kurdistanê û komara Koreyayê hat kirin.

Balyozê Koreyayê amadehiya welatê xwe ji bo xurtkirina pêwendîyên bi Herêma Kurdistanê re û bi taybetî di warên aborî, bazirganî û kulturî de û pêşkêşkirina alîkariyan ji koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê ne nîşan dan.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasîya hevkarîya komara Koreyayê kir û amaje bi dostaniya xurt a di navbera Korya û Herêma Kurdistanê kir ku di salên borî de gelek projeyên geşkirina aborî li Herêma Kurdistanê pêk anîne û piştevaniya xwe jî ji bo xurtkirina pêwendiyên dualî yên bi komara Koryayê re da xuyakirin.