Berdevkê Partiya Pêşerojê: Tirkiyê bi rewşa awarte birêve dibin
Li Tirkiyê nîqaşa li ser danezana leşkerên teqawid didomin.

Enqere (K24) - Li Tirkiyê nîqaşa li ser danezana leşkerên teqawid didomin. Berdevkê Partiya Gelecekê Serkan Ozcan di civîna rojnamageriyê ya partiya xwe de got, “desthilat li dewsa ku bi vê hişmendiyê re têbikoşe li gorî berjewendiyên xwe bikar anî.”
Serkan Ozcan diyar kir: “Helbet em li bendê nînin ku desthilat bi gefa derbeyê re bi awayekê micid têbikoşe û lêbikole. Lewra li atmosfera ku tê xwestin partiyên siyasî bên girtin, li heyama ku parlamenter bi darê zorê bo girtîgehan tên şandin û bi riya qeyûman îradeya mîlyonan welatî tê xesipkirin divê kes li bendê nebe ku desthilat bi awayekê demokratîk tevbigere.”
Ozcan got: “Jixwe Tirkiye demekê dirêj e bi rewşa awarte re tê birêvebirin. Li welêt destûra bingehîn hatiye eliqandin û hatiye bêhikimkirin. Meclîs hatiye bêbandorkirin. Cudahiya hêzan nemaye û daraz hatiye radestkirin. Tirkiye ji rewşa bûyîna dewleta hiqûqê dûr ketiye. Ferqa di navbera hişmendiya mîltîrasît û rêveberiya sivîl bes cudahiya îdeolojiyê ye. Desthilat wek firsendekê bi vê danezanê bikar anî.”