Hikûmet Herêma Kurdistanê genimê cotkaran werdigire
Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê îsal genim û cehê cotkaran werbigire
Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar da berhemên çandiniyê yên cotkarên Herêmê wergire û ragihand ku dê hemû amadekarî werin kirin.
Wezîrê Çandinî û Çavkaniyên Avê Bêgerd Talabanî di konferanseke rojnamevaniyê de got: "Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê îsal genim û cehê cotkaran werbigire."
Talabanî diyar kir, kargehên Kurdistanê amadekariya vê yekê dikin û bi tekezî ew dikarin îsal berhema cotkaran wergirin
Wezîra Çandiniyê diyar kir, projeyeke girîng ji bo sînordarkirina hawerdekirina garis heye û ji hemû cotkaran xwast ku bi awayekî berfirehtir garis biçînin û berhem bînin.