HDPê li ser doza Kobanîyê pirtûkek amade kir

HDPê bi sernavê, “Di Eslê Xwe De Di Protestoyên Kobanîyê ya sala 2014an De Çi Qewimî? / Derew û Rastîyên Wê” pirtûkekê amade kir

Enqere (K24) –Doza bûyerên Kobanîyê wê li Dadgeha Enqereyê di 26ê Nîsanê da dest pê bike. HDP jî berîya dozê bi pirtûkeke biçûk behsa protestoyên Kobanîyê ya sala 2014an kir û li ser proseya hiqûqî û sîyasî rawestîya.

Wê di 26ê Nîsana 2021an de, li 22emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê yekem rûniştina “Doza Kobanê” birêve biçe. HDP jî, bi sernavê, “Di Eslê Xwe De Di Protestoyên Kobanîyê ya sala 2014an De Çi Qewimî? / Derew û Rastîyên Wê” pirtûkekê amade kir û di formata PDF da li ser malpera xwe belav kir. Di pirtûkeke biçûk a 26 rûpelî da, ji sala 2014an û vir ve behsa bûyerên ku qewimîne, rastîyên bûyeran, proseya hiqûqî û sîyasî ya dozê dike.

Her wiha pirtûk ji alîyê HDPê ve, ji bo rojnameger, nivîskar, sîyasetmedar, nûnerên dîplomatîk yên welatên cîhanê û ji sazîyên sivîl ra hate şandin.

HDP: Desthilat dixwaze HDPê bi rêya darazê tesfîye bike

HDP di pirtûkê da balê dikşîne ser biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya derbarê Selahattin Demirtaş da û destnîşan dike ku dozname ne hiqûqî ye û ji ber sedemên sîyasî hatîye amadekirin. HDP dide zanîn, armanca desthilatê ew e HDP û rêveber, hevşaredar û parlamenterên wê bi rêya darazê ji sîyasetê tesfîye bike.

108 sîyasetmedarên HDPê tên darizandin

Di çarçova dosyaya “Doza Kobanê” de, Hevserokên berê yên HDPê Selahattîn Demîrtaş  û Fîgen Yuksekdag jî di nav de, 28 jê girtî bi giştî 108 kes tên darizandin. Her wiha derbarê 9 parlamenterên HDPê de jî ji ber bûyerên Kobanê lêpirsîn hatibû vekirin.

Fly Erbil Advertisment