Erdogan: Îdiaya derbarê 128 milyar dolarî de ji serî heta binî şaş e

Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan, derbarê nîqaşên 128 milyar dolarî de cara ewil axivî

Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan
Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan

Enqere (K24) - Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan, derbarê nîqaşên 128 milyar dolarî de cara ewil axivî û got, "Ne mîqdar û ne jî wateya li vê hejmarê bar dikin rast nîne, kampanyaya tê meşandin jî rast nîne. Ji serî heta binî şaşî û cahilî ye."

Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan, li Parlamentoya Tirkiyeyê di komcivîna partiya xwe de li ser nîqaşên 128 mîlyar dolarî de axivî û bersiv da mixalefetê.

Erdogan di gotara xwe ya li Parlamen de derbarê aqûbeta 128 milyar dolarî de rexne li mixalefetê girt û got, “Bi rastî li holê hişmendiyeke ku dixwaze aqûbeta 128 milyar dolarî fehm bike tuneye, di gotinên tên kirin de jî tu rastî tuneye.”

Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan di berdewamiya axaftina xwe de wiha axivî; "Ne mîqdar û ne jî wateya li vê hejmarê bar dikin rast nîne, kampanyaya tê meşandin jî rast nîne. Ji serî heta binî şaşî û cahilî ye. Ji ber ku di gelek mijaran de bi ser neketine niha jî dest avêtine derewa '128 milyar dolar li ku derê ye?' ku ew bixwe jî dizanin xelet e.” Her wiha Erdogan diyar kir ku 128 milyar dolarê Tirkiyeyê ne pêşkêşî hinekan bûye û ne jî hatiye badilhewakirin.

Nîqaşa ‘128 milyar dolar li ku derê ye?’

Ev demekî ye derbarê aqûbeta ‘128 milyar dolar’ rezerva pereyên Bankeya Navendî ya Tirkiyê di rojeva siyasetê de bi germî tê nîqaşkirin. Serokê partiya mixalefeta sereke CHPê Kemal Kiliçdaroglu, li Parlamentoyê ji Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan derbarê aqûbeta 128 mîlyar dolarî de 5 pirsan pirsîbû û nîqaş bi vî awayî dest pê kiribû.