Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Em pêşwazî li pêşvebirina pêwendiyên ligel Yûnanistanê dikin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro çarşemê pêşwazî li Konsulê nû yê Yûnanistanê yê li Hewlêrê Stavros Kyrimis kir.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro çarşemê pêşwazî li Konsulê nû yê Yûnanistanê yê li Hewlêrê Stavros Kyrimis kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahiya destbikarkirinê i Konsulê nû yê Yûnanistanê kir û ji bo wî hêviya serkeftinê xwest di karê wî yê nû de û tekez kir ku Herêma Kurdistanê pêşwazî li pêşvebirina pêwendiyên ligel Yûnanistanê dike.

Konsulê Giştî yê Yûnanistanê tevî balkişandina ser pêwendiyên dostane û mirovî yên navbera Yûnanistan û Herêma Kurdistanê, tekez kiriye ku pêgeheke girîng a Herêma Kurdistanê heye û faktoreke îstiqrarê ye li herêmê.

Stavros Kyrimis herwiha amadebûna welatê xwe jî ji bo bihêzkirina pêwendiyan ligel Herêmê di hemû waran de nîşan da.