Cemal Êmînkî: Ji Xaneqînê heta rojavayê Dîcleyê valahiya ewlehiyê heye

Sererkanê Hêzên Pêşmerge Cemal Êmînkî li ser êrîşa çekdarên DAIŞê ya li sînorê Pirdê û Dubizê ragihand; DAIŞ sûd ji valahiya ewlehiyê werdigre.

Sererkanê Hêzên Pêşmerge Cemal Êmînkî
Sererkanê Hêzên Pêşmerge Cemal Êmînkî

Hewlêr (K24) – Sererkanê Hêzên Pêşmerge Cemal Êmînkî li ser êrîşa çekdarên DAIŞê ya li sînorê Pirdê û Dubizê ragihand; DAIŞ sûd ji valahiya ewlehiyê ya navbera hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê wergirtiye û berî niha çendîn car Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaza tijekirina wê valahiya ewlehiyê kiriye, lê belê hêzên Iraqê hê jî ew valahiya ewlehiyê tije nekirine.”

Cemal Êmînkî ji K24ê re eşkere kir: “Ji Xaneqînê heta rojavayê Dîcleyê, valahiya ewlehiyê di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê de heye, ev jî bûye sedema wê yekê ku çekdarên DAIŞê, xwe rêxistin bikin û êrîş û kiryarên xwe zêde bikin.”

Êmînkî destnîşan kir: “Me çendîn car ji hêzên Iraqê re gotiye, hebûna valahiya ewlehiyê, sedema çalakbûna DAIŞê ye. Divê bi hemahengî û hevbeşî, em valahiyê tije bikin, lê hişyariyên me bi cidî wernegirtin û aliyên Iraqê ji bo rêkeftinê gav neavêtin.”

Sererkanê Hêzên Pêşmerge Cemal Êmînkî diyar kir: “Me di civînan de ligel Lijneya Wezareta Berevanî ya Iraqê li ser wê yekê li hev kiribû ku çar navendên hemahengiyê vekin, lê heta niha tenê du navend hatine vekirin, yek li Hewlêrê û ya din li Bexdayê ye.”

Cemal Êmînkî li ser êrîşa îro ya DAIŞê ya bi ser sengerên Pêşmerge de diyar kir: “Berbanga îro çekdarên DAIŞê li Zûrgeziraw êrîş kirin ser sengerên Lîwaya 10 a Hêzên Pêşmerge, ji aliyê Pêşmerge ve bi tundî bersiva êrîşê hat dayîn û êrîşa DAIŞê hat têkşikandin. Di encamê de 3 Pêşmerge şehîd bûn û 2 Pêşmerge jî birîndar bûn.”

 

Fly Erbil Advertisment