Li Diyarbekirê di pandemiyê de dikanên çerezatan zêde dibin

Li Diyarbekirê di pandemiyê de ji hezarî zêdetir dikandar dikanên xwe bi temamî girtine.

Diyarbekir (K24) – Ji ber nexweşiya pandemiyê û rênimayên wê li Diyarbekirê, ji hezarî zêdetir kargehan hatine girtin, lê hêjmara dikanên çerezatan zêde dibin. Bi taybet kompanyayên çerezatan yên ji derveyî Diyarbekirê bi dehan xalên we vekirine û ev rewş jî li ser, dikanên xwecîh bandoran kiriye.

Li Diyarbekirê ji ber ku aboriya dikandaran di pandemiyê de têk çûye, ji hezarî zêdetir dikandar dikanên xwe bi temamî girtine, ji 10 hezarî zêdetir dikan jî ji salekê zêdetir e girtî mane. Lê di qedexe û rênimayan de dikanên xurekan vekirî diman. Dikanên çerezatan jî, bi pandemiyê re, demekî karê xwe zêdetir jî kiribûn, lê gelek fîrmayên ji derveyî Diyarbekirê her yek 3-4 şaxên xwe vekirine û bi bandora wan jî karê firoşkarên çerezatên xwecîh kêm bûye.

Îbrahîm Erten ji ber malabata wî bi dehan sal e, li Diyarbekirê karê çerezatan dike, wî jî wek kar vê pişeyê bijartiye û tîne ziman ku qelîte ango çêweya berhemên ku ew difiroşin û yên fîrmayên ku nû vekirine erzan difiroşin ne heman in, loma jî zêde bandor li ser wan nekiriye, lê karê wan jî li gor destpêka pandemiyê kêm bûye.

Rêvebirê Dikana Şerezatan Îbrahîn Erten ji K24ê re got: “Berhemên ku çêweya wan baş nîne, bi erzanî difiroşin. Mişteriyên me zêdetir yên ku girîngî didin çêweyê ne û loma jî vebûyîna wan li me zêde bandoor nekiriye. Dema ku welatî mişterî girîngî bidin çêweyê potasiyela me û wan jihev cuda dibe. Îşê me jî li gor berê gelek kêm bûye. Wek berê nîne. Kara me kêm buye, lê xercên me zêde bûne. Elektrîk, av, moçeyên karmendan û garantiya karmendan zêde bûne û sere berhemê kara me jî kêm bûye.”

Dikandarên xwecîh ku çerezatan difiroşin, balê dikşînin ku di destpêka pandemiyê de, çerezat gelek zêde dihatin firotin, lê niha firotina wan ya çerezatan jî kêm bûye.

Eren Îyîbaş jî tîne ziman ku jixwe di demên dawî de, karê wan ji sedî %50 kêmbuye û bi vebûyîna wan zincîr çerezatan re jî, kêmbûyîna karê wan derketiye ji %70-80’ê û bi sedî 20 û 30 kar dikin.

Dikandarê Çerezatan Eren Îyîbaş dibêje: “Welahî êdî kî derfet dibîne, dikana çerezatan ve dike. Hele ev kompanayayên mezin, bi fiyeta ku ez distînim jî kêmtir fiyetê çerezatan difiroşin. Welatî jî ji ber parê wan kêm e, li ku erzan be diçin ji wir distînin. Loma jî zêde bala xwe nadinê ku ka baş, ne baş e, kevn e, taze ye, poşîman jî dibin, lê dîsa jî ji wan distînin. Li gor destpêka pandemiyê kara me ji %70 kêm bûye.”

Di pandemiyê de, ji ber qedexeyan ku welatî li malên xwe dimînin, zêdetir berê xwe didin cureyên çerezatan û di nav 6 mehên dawî de, bi dehan dikanên çerezatan yên nû li Diyarbekirê vebûne.