Parlamentoya Kurdistanê xwendina yekem ji projeyasaya dadgeha tawanên DAIŞê re dike
Hefteya borî Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê projeyasaya dadgeha tawanên DAIŞê pesend kiribû.
Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamentoya Kurdistanê îro dicive û xwendina yekem ji projeyasaya dadgeha tawankarî ya taybet bi tawanên DAIŞê li Herêma Kurdistanê re dike. Hin mijarên din gengeşe dike.
Li gor karnameya civîna Parlamentoyê ku îro demjimêr 11:00 dest pê dike, di mijara yekem de, xwendina yekem ji pêşniyazên projeyên parastina belgename û destnivîs û dokumentên Herêma Kurdistanê û parastina belgename û arşîvên neteweyî li Herêma Kurdistanê re tên kirin. Di mijara duyem de, bîr û nêrîna parlamenter Lîza Felakedîn Kakayî ji bo berhemanîna elektirîkê ji enerjiya royê tê gengeşekirin.
Di mijara sêyem de, xwedina duyem ji projeyasaya Wezareta Elektirîkê ya Herêma Kurdistanê re tê kirin. Piştre di mijara çarem de jî, xwendina yekem ji projeyasaya dadgeha tawanan a taybet bi tawanên DAIŞê li Herêma Kurdistanê re tê kirin ku hefteya borî Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê pesend kiribû.