Li Bexdayê 3 berpirsên DAIŞê hatin kuştin
Dezgeha Têkoşînê ya Iraqê ragihand, li sînorê Bexdayê 3 berpirsên DAIŞê hatine kuştin.

Navenda Nûçeyan (K24) - Dezgeha Têkoşînê ya Iraqê ragihand, li sînorê Bexdayê 3 berpirsên DAIŞê hatine kuştin.
Dezgeha Têkoşînê ya Iraqê daxuyaniyek belav kir û ragihand, li sînorê Bexdayê 3 berpirsên DAIŞê hatine kuştin û di çend helmetekî ewlehiyê de berpirsekî din ê DAIŞê jî hatiye girtin.
Herwiha eşkere kir ku berpirsê xeta başûr ê rêxistina DAIŞê yê bi navê Ebu Henan hatiye girtin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, ew kesên ku hatine kuştin rola wan di rêxistina DAIŞê û êrîşên ser hêzên Iraqê hebûne.
Dezgeha Têkoşînê ya Iraqê eşkere kir, kesên ku hatine kuştin navên wan Ebu Usame, Ebu Rebîi û Ebu Sara ne û hevkar bûne di plandanîna kiryarên xwekujiyê yên li qada Teyeran a Bexdayê de.