Hevpeymaniya Navdewletî derbarê êrîşa ser Eyn Esed de zanyarî dan
"Her êrîşek li Iraq û Herêma Kurdistanê destdirêjiya ser serweriya Iraqê ye."
Navenda Nûçeyan (K24) - Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî rêxistina terorîst a DAIŞê ragihand; her êrîşek li Iraq û Herêma Kurdistanê destdirêjiya ser serweriya Iraqê ye.
Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê Wayne Marotto li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Êrîşa ser binkeya leşkerî ya Eyn Esed bi rêya dronê ve hatiye encamdan û ti ziyaneke canî çênebûye.”
Wayne Marotto got: “Her êrîşeke li dijî hêzên Iraq û Herêma Kurdistanê û Hêzên Hevpeyman destdirêjiî ye li ser serweriya axa Iraqê.”
Li rojavayê Iraqê bi rêya du firokeyên bêfirokevan ên bombekirî, êrîşî binkeya esmanî ya Eyn Esed hatibû kirin.
Initial report: This morning at 0220 Ain Al-Asad Air Base (AAAB) was attacked by an unmanned aerial surveillance system. No injuries reported. A hangar was damaged. The attack is under investigation, for more information see @SecMedCell or @IraqiSpoxMOD
— OIR Spokesman Col. Wayne Marotto (@OIRSpox) May 8, 2021