Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê kuştina jinan zêde bûye
Di meha Nîsanê de 17 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin û 14 jin jî bi awayekî bi guman canê xwe ji dest dane.
Diyarbekir (K24) – Tundiyên li ser jinan û kuştina jinan li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê pirsgirêkeke berdewam e. Li Tirkiyeyê û bakûrê Kurdistanê, li gor rapora ku ji aliyê Wezareta navxweyî ya Tirkiyeyê ve hatiye ragihandin, di meha Nîsanê de 17 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin û 14 jin jî bi awayekî bi guman canê xwe ji dest dane.
Wezareta Navxweyî ya Tirkiyeyê ragihandiye ku di meha Nîsanê de, 17 jin hatine kuştin û 14 jinên ku canê xwe ji dest dane jî sedema mirina wan nehatiye zanîn. Li gor wê raporê; li Tirkiyeyê û bakûr rojan e kêmtirin jinekî tê kuştin an jî bi awayekî bi guman canê xwe jidest dide.
Rêvebira Navenda lêkolînê ya Sosyo-Polîtîkê Civaknas Yuksel Genç balê kişand ku kodên kevneşopiya civakî, li ser mêrperestî htine hunandin û bi taybet rayedar û siyasetmedar jî gotar û bizavên xwe li gor wê çandê aşkere dikin, loma jî di zagonan de, madeyên pêşîlêgirtina tundiyan hebin jî, bê bandor in.
Yuksel Genç ji K24ê re got: “Desthilatdarî vê hêjmara kuştina jinan wek serkeftin belav dike, lê belê rojane jinekî tê kuştin û ev jî qarasat e. Jin zêdetir ji aliye; destgirtî û hevserên xwe ve, ji aliyê bira û bavên xwe ve tên kuştin an jî tundî li wan tê kirin. Loma jî jin bê parastinin û tenê guhartina hişmendiya heyî dikare pêşî li berdewamiya vê qarasatê bigre. Heta ku desthilatdar û rayedarên siyasî helwestên baş daneynin jî mixabin pêşîlêgirtin zehmet e.”
Li gor lêkolînan di serdema pandemiyê de %30 jinên ku kar dikirin bê kar mane, tundiyên li ser jinan kêmtirîn 3 qat zêde bûne û ji pandemiyê jî tadaya herî mzin jî jin dîtine.
Endama Rêvebiriya Komeleya Mafên Mirovan ÎHD’ê ya Diyarbekirê Ezgî Sila Demir jî balê kişand ku ji bo kuştina jinan raweste û tundî kêm bibin, divê rayedarên hikumetê û dewletê helwesta xwe biguhêrin û jin li her warê jiyanê çalak bimînin.
Ezgî Sila Demir dibêje: “Tenê li vê heremê yanî li bakûrê Kurdistanê di sala 2020’an de 35 jin xwe kuştibûn, 33 jin bi awayekî şikbar canê xwe jidest dabûn û 42 jin jî hatibûn kuştin. Dîsa li Tirkiyeyê, di meha rêbnedana 2021’an de 28, di Sibatê de 47, di Adarê de jî 25 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin. Tabloyên ku li herema me û Tirkiyeyê hene, tabloyên reşbînin û mixabin hişmendiya heyî di hemû pêvajoyan de, jinan ji bo xwe wek qurbanî dibijêre.”
Civaknas kuştina jinan û tundiyên li ser wan bi pergal û hişmendiya mêrperestî ve girêdayî dibînin û balê dikşînin ku guhartina vê rewşê bi hewla dadwerî û mirovî ya jin û mêran ve girêdayî diikare bê guhartin.