Mûşeka Çînî kete xwarê
Mûşek dema derbasî atmosfera erdê bû bi temamî şewitî.
Navenda Nûçeyan (K24) – Çînê got ku bermahiyên mûşeka wê ya (Long March 5B) roja Yekşemê li Okyanûsa Hindistanê ket û piraniya pêkhateyên wê dema derbasî atmosfera erdê bû hatin rûxandin.
Nivîsgeha Endezyariya Fezayê ya Çînê ragihand, parçeyên mûşekî demjimêr 10:24'an bi dema Pekînê (02.24 bi dema AM) ketin atmosfera erdê û li Okyanûsa Hindistanê li başûrê Hindistan û Sri Lanka kete xwarê.
Wê nivîsgehê tekez kir, mûşek dema derbasî atmosfera erdê bû bi temamî şewitî.
Mûşeka Long March 5B roja 29ê Nîsanê ji girava Haîn a Çînê derket ku firokeya Lianhee ya bêfirokvan hilgirtibû ji bin kontrolê derketibû.