Îsal 9ê Gulanê wek Roja Dayîkan hat pêşwazîkirin
Li Diyarbekir di Roja Dayîkan de kulîlkfiroş vekirîbûn
Diyarbekir (K24) – Îsal 9ê Gulanê wek Roja Dayîkan hat pêşwazîkirin û li Diyarbekirê jî eleqeyek baş bo kulîlkfiroşan hebû. Di Roja Dayîkan de kesên ku xwestin bo dayîka xwe kulîlkan rêkin berê xwe dan kulîlkfiroşan.
Roja Dayîkan her sal di meha Gulanê de di roja yekşem a Duyem de tê pîrozkirin. Îsal jî Roja Dayîkan di 9ê Gulanê de hat pêşwazîkirin. Di vê roja teybet de eleqeyeke baş bo kulîlkfiroşan hebu. Ji ber qedexeya derketina derve bi piranî welatîyan ji bo ku di Roja Dayîkan de bikin diyarî bi rêya telefonê daxwaza kulîlkan ji kulîlkfiroşan kirin. Kulîlkfiroş Gokhan Buçge jî dide zanîn ku ji ber qedexeya derketina derve wan nekariye kar bikin û bi wesîleya Roja Dayîkan karine dikanên xwe vekin.
Kulîlkfiroş Gokhan Buçge ji K24ê re got: “Mirov nikarin derkevin derve, nikarin danûstanê bikin. Bi rêya telefon û înternetê kulîlkan dixwazin. Wekî rojên din ên teybet di Roja Dayîkan de jî herî zêde gul hatin firotin. Libek gul 10 lîre ye. Qevdên gulan jî derdora 100 lîre yî ne. Kû derê bixwazin em dibin wê derê. Li gorî berê hêza danustanê ketiye. Berê digeriyan digotin 100 lib gul bişîne niha ne wisa ye.”
Kulîlkfiroş di dikanên xwe de li gorî daxwazên welatiyan qevdên kulîlkan amade kirin û kulîlk jî reng bi reng hatin xemilandin û ber bi malên dayîkan ve hatin rêkirin. Fahrî Azbay jî yek ji wan kesan e ku xwestiye bi ser navê xwe û xwişk û birayên xwe Roja Dayîkan de boyî dayîka xwe kulîlkan bike diyarî. Dayîka Faxr’î Azbay Sêvê Azbay jî bi diyariya zarokên xwe keyfxweş bû û amaje kir ku wê dayîka xwe nedîtiye û ti carî nekariye diyariyek bide dayîka xwe.
Dayîk Sêvê Azbay got: “Dayîka min zû çû rehmetê. Min dayîka xwe nedîtiye. Dapîra min li me dinihêrî. Xwezî dayîka min jî hebûya û min jê re gul bistandana. Me ji çolê geya û gul kom dikirin. Wê demê gulên wisa nebûn.”
Fahrî Azbay dibêje: “Ez Roja Dayîkan li hemu dayîn Kurd û dayîkên cîhanê pîroz dikim. Hêviya aştî, azadî û wekheviyê dikim. Dayîk aştî ye û hebun e. Dayîk nebei em jî nînin.”
Pirraniya dayîkan di serdema pandemiyê de nekarîn derbikevin derve û wextê xwe di mal de derbas kirin. Bi wesîleya Roja Dayîkan jî bi rêkirina kulîlk û diyariyan ji aliyê zarokên wan ve dayîkên ku di mal de bêhna wan teng bibû keyxweş bûn.