Cejna Remezanê di rewşeke giran de bi ser xelkê Rojavayê Kurdistanê de tê

Merasîmên cejna Remezanê li Rojavayê Kurdistanê bi lawazî tên kirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber rewşa siyasî, ewlehî û aborî ya zehmet û belavbûna vîrûsa Koronayê, merasîmên cejna Remezanê li Rojavayê Kurdistanê bi lawazî tên kirin.

Peyamnêrê K24ê li Qamişlo Ekrem Salih da zanîn, mersîmên cejnê li Rojavayê Kurdistanê ji ber rewşa aborî, ewlehî û siyasî ya aloz û ji ber belavbûna vîrûsa Koronayê di rewşeke xirap de tên kirin.

Diyar kir jî, ji merasîmên cejnê li Rojavayê Kurdistanê, xelk zêdetir serdana  goristanan dikin, çi goristanên şehîdan û çi goristanên din, lê merasîmên din jî hinekî bi lawazî birêve diçin û heta li kolanan liv û tevgera xelkê kêm e.

Peyamnêrê me amaje bi rewşa koçberên Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Sipî kir û got, rewşa bi sedhezaran koçberan çi yên li kampan û çi yên li bajaran bi cih bûne zehmet û dijwar e û rewşa wan a dirûnî jî bi wan re ne alîkar e merasîmên cejnê bikin.

Da zanîn jî, çavê xelkê Rojavayê Kurdistanî li serkeftina diyaloga kurdî – kurdî ye ku bikaribe yekrêzî û yekhelwestiya kurdî pêk were û rewşa siyas û aborî baştir bibe û hêviyên wan bi cih werin.

Diyar kir jî, di vê demê de ku asta pêketin û canjidestdana bi sedema Koronayê li Rojavayê Kurdistanê zêde bûye, Rêveberiya Xweser qedexeya çûnûhatinê ya sînordarkirî ragihandiye û Desteya Tendirustiyê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayiş) daxwaz ji xelkê pabendî rêkar û rênimayên xweparêziyê bibin û kombûnan çênekin.