Tê xwastin cejn bibe derfetek ji bo yekrêziya kurdan
Aliyên siyasî û pêkhateyên Herêma Kurdistanê cejna Remezanê wek derfetekê ji bo yekrêziya û yekgirtîbûna navmala kurdî dibînin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Aliyên siyasî û pêkhateyên Herêma Kurdistanê cejna Remezanê wek derfetekê ji bo yekrêziya û yekgirtîbûna navmala kurdî dibînin û dibêjin pêwîstiya rewşê bi yekdengî û yekhelwestiyê heye, eger navmala kurdî ne yekgirtî be, metirsî li ser destkeftan çêdibe.
Cejn û boneyên olî wek derfetên baş in ji bo nêzîkbûna aliyên siyasî û çareserkirina alozî û milmilaneyên siyasî yên di navbera aliyên siyasî de. Di cejna Remezanê de peyama aliyên siyasî, yekrêzî, yekhelwestî û tebayî ye û hemû jî li ser wê yekê hevnêrîn in ku rewş gelek hestiyar e û eger ne yekhelwest bin, dê metirsî li ser destkeft û statuya siyasî ya Herêma Kurdistanê hebe.
Endamê Polîtburoya Hizba Şiyo ya Kurdistanê Ehmed Şêrwanî ji K24ê re got: “Pêwîst e aliyên siyasî navmala kurd rêk bixin, ji bo em bi hev re mafên gelê Kurd bi dest xwe ve bînin.”
Got jî: “Ez di vê cejnê de hêviya yekrêziyê ji gelê Kurdistanê re dixwazim. Pêwîstiya rewşê bi ewlehî û aramiyê heye.”
Pêkvejiyana pêkhateyan li Herêma Kurdistanê, yek ji fakterên bihêz e û ev jî li ser asta civaka navdewletî girîngî pê tê dayîn. Di cejna Remezanê de Kirîstiyanan pîrozbahiya cejnê li misilmanên Kurdistanê dikin û daxwaza yekrêziyên aliyên siyasî dikin.
Nûnerê Kirîstiyanan di Wezareta Ewqafê Xalid Albert dibêje: “Hêvîdar im ev cejn bibe cihê xêr û xweşiyê ji xelkê Kurdistanê re. Niha yekrêzî ji her demekê bêhtir pêwîst e, ji ber wê dixwazin aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê yekdeng û yekhelwest bin