Partî û rêxistinên Bakurê Kurdistanê êrîşa nijadperestî şermezar kirin
Piştî ku malbatek Hewlêrî di navbera rêya Mêrsîn û Antalyayê de rastî êrîşeke nijadperestî hat ev yek ji aliyê rêxistin û partiyên siyasî ve hat şermezarkirin.
Diyarbekir (K24) - Piştî ku malbatek Hewlêrî di navbera rêya Mêrsîn û Antalyayê de rastî êrîşeke nijadperestî hat ev yek ji aliyê rêxistin û partiyên siyasî ve hat şermezarkirin û hat amajekirin ji ber ku êrîşên bi vî rengî bêsiza dimînin dawî li wan nayê.
Di 13ê Gulanê de ber êvarê di rêya Mêrsîn û Antalyayê de malbatek ji Hewlêrê dema dixwest ku biçe Antalyayê di rê de rastî êrîşek nijadperestî hat û welatiyek Hewlêrî li ber çavên zarokên xwe û hevjîna xwe rastî êrîşeke nijadperestî hat û êrîşkaran xwestin wî bikujin. Welatiyekî Kurd jî bûyer kêşa qemereyê û alîkariya malbatê kir.
Derbarê bûyerê de Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Îmam Taşçier amaje kir ku ew kesên êrîşa nijadperestî kirine hêza xwe ji dewletê distînin.
Îmam Taşçier ji K24ê re diyar kir: “Ev fikir û ramanên nijadperestî yên hember Kurdan ji destpêka Komara Tirkiyeyê ve hene. Kesên nijadperest ên êrîşî Kurdan dikin jî hêza xwe ji wwan fikir û polîtîkayên nijadperest ên dewleta Tirkiyeyê distînin.”
Ji bo şopandina êrîşê Serokê Baroya Diyarbekirê Nahît Eren jî li gel şandeyekê serdana malbata Hewlêrî kir û da zanîn ku ewê bûyerê bişopînin û derbarê êrîşê de 3 êrîşkar hatine binçavkirin.
Serokê Partiya DEVA yê Şaxa Diyarbekir Cîhan Ulsen jî bal kişand ku divê êrîşkar werin sizadan.
Cîhan Ulsen ji K24ê re diyar kir: “Kurd ne biyaniyên vê rewşê ne mixabin. Gelek buyerên wisa hatine serê Kurdan. Em çiqas bikin qêrîn jî heta ku civaka Tirkiyeyê bi tevahî dijî nijadperestiyê dernekeve nijadperestî bi dawî nabe. Dîmenan de her tişt aşkere ye. Divê êrîşkar bi tawana hewla kuştinê werin darizandin û bi sizayê herî giran werin sizadan. Êrîşkar dibêjin hun Kurd in û vê yekê heq dikin. Divê herkes dijî vê helwestê û vê êrîşê derbikeve.”
Hat ragihandin ku 3 êrîşkarên bûyerê hatine binçavkirin û Parêzgeriya Mêrsînê jî bi daxuyaniyekê amaje kir ku rûdan ji ber qezaya trafîkê rû daye û ne wekî ku di medyaya civakî de belav bûye ye. Rayedarên Herêma Kurdistanê jî bûyer ji nêz ve şopandin û Parêzgarê Hewlêrê Umîd Xoşnaw jî amaje kir ku ew êrîşên bi vî rengî qebûl nakin.