Di Roja Zimanê Kurdî de çalakiyên rengîn hatin lidarxistin
Kurd dixwazin zimanê kurdî li Tirkiyeyê bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê.
Diyarbekir (K24) – Di 15ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî de rêxistinên Kudî û hunermendên Kurd li gorî derfetên xwe pîroz kirin. Daxwaza hemû sazîyên Kurdan û hunermendên Kurd ew bû ku zimanê Kurdî bibe xwedî statu û perwerdeya zimanê zikmakî bi fermî were dayîn.
Ji ber ku salvegera çapkirina Kovara Hawarê ya ku ji aliyê Celadet Alî Bedirxan û hevalên wî ve hatî derxistin e ji sala 2006an ve 15ê Gulanê wek Roja Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin. Îsal jî ji berk u rastî qedexeyê sazî û rêxistinên Kurdan û hunermendan nekarîn li derve çalakiyan li dar bixin. Her sazî û rêxistinekê li gorî derfetên xwe Cejna Zimanê Kurdî pîroz kirin. Komeleya Nubiharê jî bi kurtevîdeoyên zarokên Kurd Cejna Zimanê Kurdî pîroz kirin. Serokê Komeleya Nubiharê Osman Aslanoglû anî zimên ku wan xwestiyê bidin nîşan ku bingeha ziman zarok in û zimanê ku zarok pê neaxifin dikevin bin xetereyê de.
Osman Aslanoglû ji K24ê re got: “Bi wesîleya Cejna Zimanê Kurdî me xwest em çalakiyeke balkêş li dar bixin. Ji ber ku 89 sal ji ser çapa yekem a Kovara Hawarê derbas buye me xwest bi 89 vîdeoyan bikêşin û ji devê zarokan peyamên ziman bidin.”
Muzîkjenên Kurd jî ku bi konsertan pêşwaziya cejna zimanê Kurdî dikirin îsal nekarîn li qada konsertan bidin. Lê Muzîkjen Azad Bedran li gorî derfetên xwe li mala xwe pêşwaziya cejna zimanê Kurdî kir û li şaneşîna mala xwe kurte konsertek li dar xist û strana “Bi Xemil û Rewş e Zimanê Kurdî” got. Azad Bedran amaje kir ku berpirsiyariya hemu Kurdan e ku xwedî li zimanê xwe derbikevin û daxwaz ji hemu sazî û dezgehên Kurdan û siyasetmedaran kir k udi hemu qadên jiyanê zimanê xwe bi kar bînin.
Muzîkjen Azad Bedran dibêje: “Cejna zimanê Kurdî ye lê qedexe heye. Me xwest ji balkona xwe pêşwaziya vê cejna girîng bikin. Ez stranên xwe diyariyî wan zarokên Mêrsînê li gel malbata xwe rsatî êrîşê hatine dikim. Bila hemû hunermend, şanoger, karsaz û hemu Kurd di jiyana xwe ya rojane de Kurdî bi kar bînin û xwedî li zimanê xwe derbikevin.”
Hereketa Zimanê Kurdî Hezkurd, Platforma Zimanê Kurdî, Tora Çand û Zimanê Kurdî û her wiha gelek saziyên din di Cejna Zimanê Kurdî de bal kêşandin ku qasî daxwaza fermîbuna zimanê Kurdî, bikaranîna zimanê Kurdî ya ji aliyê Kurdan ve jî girîng e. Helmeta îmzeyê ya ku tê xwestin zimanê kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê jî derketiye ser 20 hezarî.