Pêşmergeyek di çemê Dukanê de xeniqî

Di 24 demjimêrên borî de, ev duyemîn kes e ku di çemê Dukanê de diqeniqe.

Navenda Nûçeyan (K24) – Pêşmergeyek dema li çemê Dukanê avjenî dikir xeniqî. Di 24 demjimêrên borî de jî, ev bûyera duyem a xeniqandinê di wî çemî de ye.

Qeymeqamê Qezaya Dukanê di daxuyaniyekê de aşkere kir, îro dema kesekî di çemê Dukanê de avjenî dikir xeniqî û piştî 15 xulekan ji aliyê welatî û polîsên hawarhatinê ve termê wî hat derxistin.

Da zanîn jî, kesê xeniqiye kurdekî Kerkûkê ye, temenê wî 27 salî ye û Pêşmergeyekî Hêzên 70î ye.

Diyar kir jî, di 24 demjimêrên borî de, ev duyemîn kes e ku di çemê Dukanê de diqeniqe.

Qeymeqamê Qezaya Dukanê ragihand, bi berdewamî li tûra civakî hişyarî tên dayîn û çendî tabloyên hişyarkirina ji bo geştiyaran li ber wî çemî hatine danîn ku avjeniyê di çemê Dukanê de nekin, lê beşek ji welatî û geştiyaran pabendî wan hişyariyan nabin û bûyerên nexwastî çêdibin.