Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li şandeke bilind a Amerîkayê kir
Rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê bi giştî, peywendiyên Hewlêr – Bexda, hilbijartinên paşerojê ya Iraqê, tevger û metirsiyên DAIŞê hate nirxandin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî duhî êvarê 16.05.2021 birêz pêşwaziya şandeke Amerîkî kir ku ji birêzan Yarîdederê Wezîrê Derve yê Rojhilata Nêzîk bi Wekalet Joey Hood, Yarîdedera Şandera Taybetî Amerîka yê Sûriye bi Wekalet Aimee Cutrona, Birêvebera Karubarê Iraq û Sûriye li Encumena Asayîşa Neteweyî Zehra Bell û ji Fermandeyê Navenda Amerîkî Scott Simmons pêkhati bû.
Di civînê de ku birêz Rob Waller Konsolê Giştî yê Amerîka li Hewlêr amade bû, peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Amerîka, rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê bi giştî, peywendiyên Hewlêr – Bexda, hilbijartinên paşerojê ya Iraqê, tevger û metirsiyên DAIŞ, erkê Hevpeymaniya Navdewletî li Iraqê û çend pirseke dinê girîng û hevbeşbûn hate nirxandin.
Her du alî hevre bûn ku DAIŞ metirsiyekî rastîne û gefê li aramiya Iraq û navçeyê dike û ji bo rûbirûbûna wê û nehiştina yekcarekiya wan, Iraq û Herêma Kurdistanê pêwîstî bi piştgîrî û berdewamiya erkê Hevpeymaniya Navdewletî heye, her wiha hevkarî û hemahengiya di navbera Pêşmerge û hêzên Iraqê bi pêwîst zanî.
Rewşa Sûriye û pêşbîniyên ji paşeroja wî welatî, mijareke dinê civînê bû. Şandê dûpat kir ku Amerîka li rûbirûbûna teror û tundiyê û li yarmetîdan û piştgîriya Hevpeymanên wê yên li navçeyê yên ji bo rûbirûbûna DAIŞ berdewam dibê, her wiha guftûgoya di navbera aliyên Kurdî yên Sûriye bi girîng dane zanîn û hêvî xwestin bikarin kêşeyên xwe çareser bikin û bigihin rêkeftinê.