Umêd Xoşnaw: Welatiyên xwe li her derekê diparêzin
Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw pêşwazî li malbata kurd ya berî çend rojan li Tirkiyê rastî êrîşê hatibû kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw pêşwazî li malbata kurd ya berî çend rojan li Tirkiyê rastî êrîşê hatibû kir û ragihand, welatiyên xwe li her derekê diparêzin.
Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw îro li dîwana Parêzgariya Hewlêrê pêşwazî pêşwazî li malbata kurd ya berî çend rojan li Tirkiyê rastî êrîşê hatibû kir û piştre di konferanseke rojnamevaniyê de ragihand, dosya êrîşkirina li ser vê malbatê li Tirkiyê bi dawî nebûye û ew nameyekê ligel belgeyên ku bi wê malbatê re ne jî ji Konsolê Tirkiyê li Hewlêrê dişînin.
Parêzgarê Hewlêrê spasiya hemû kes û aliyên ku derbarê vê bûyerê de hatine ser xetê û di destpêkê de alîkarî kirine kir û got: “Spasiya Konsolê Tirkiyê dikin ku daxwaz kir li dijî wan kesên ku li bajarê Mesrînê êrîşî ser welatiyên Hewlêrê kirine rêkarên yasayî werin girtin.
Parêzgarê Hewlêrê tekezî li ser wê yekê kir, “ Em rûmeta welatiyên xwe li her cihekê diparêzin û em dîsan dubare dikin ku em çawa tekezîyê li ser ewlehîya jiyana welatiyên Hewlêrê dikin, bi heman awayî jî em kes û geştyarên ku serdana Hewlêra Paytext dikin diparêzin.”
Roja 14ê vê mehê malbateke kurd a Hewlêrî dema bi mebesta geşt û gerê li bajarê Mêrsînê bû, rastî êrişa nijadperestan hatibû.