Rapora Baroya Diyarbekirê: Malbata Kurd rastî tawana nefretê hat
Baroya Diyarbekirê di civîneke çapemeniyê de rapora li ser malbata Kurd a xelkê Helwêrê ku li bajarê Mêrsînê rastî êrîşeke nijadperestî hatibûn, ji raya giştî re eşkere kirin.
Diyarbekir (K24) – Baroya Diyarbekirê, Şaxa Mêrsînê ya Komeleya Mafên Mirovan, Şaxa Mêrsînê ya Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê û Şaxa Edenê ya Mazlûmderê di civîneke çapemeniyê de rapora li ser malbata Kurd a xelkê Helwêrê ku li bajarê Mêrsînê rastî êrîşeke nijadperestî hatibûn, ji raya giştî re eşkere kirin.
Di raporê de hat diyarkirin ku li ser nûçeyên ku di medyayê de belav bûn, Rêveberiya Baroya Diyarbekirê biryar daye ku ji bo îsbat û nirxandina hiqûqî ya derbarê êrîşa nijadperstî ya li dijî malbata Hewlêrî, biçe bajarê Mêrsînê.
Derbarê bûyerê de li ser îfadeya mexdûr Muştaq Mehmûd Kerem ku di êrîşê de birîndar bûbû, hat eşkerekirin: “Kesê ku gilî kiriye, di îfadeya xwe de diyar kiriye ku bi keviran li hêla paş a serê wî hatiye lêdan, piştî ku li erdê ketiye, bi bariyeran ve girtiye, êrîşkaran xwestine wî biavêjin kendalê, ji ber ku Tirkî zêde nizane û hişê wî çûye, ji gef û sivikatiyên ku lê hatine kirin, tenê gotinên 'Ev der axa Anatoliya ye, ev der Tirkiye ye, tu li axa me çi dikî' fêm kiriye.”
"Emniyet ji me re got 'Hûn çima hatin vê derê"
Di raporê de hat diyarkirin ku li ser daxwaza Rêveberê Emniyeta Navçeyê, Serokê Baroyê Nahit Eren û Endamê Komîsyona Rêveberiya Baroyê Mehdî Ozdemîr di nav nexweşxaneyê de hevdîtinek kirine û hat eşkerekirin: “Di hevdîtinê de bûyer ji aliyê Rêveberê Emniyeta Navçeyê ve weke 'qezaya trafîkê ya bi ziyanên maddî' hatiye binavkirin û hat gotin ku şahidhalê bûyerê ji ber ku dosyeya wî ya propagandaya rêxistina derveyî yasayan heye û gotinên wî pêbawer nînin, di lêpirsîna ku ji aliyê dozgeriyê ve tê meşandin de, peyva tawanê ne girîng e û tenê dadger kîjan peyvê bi kar bîne ew dê vê yekê diyar bike û ji me pirsyarên weke 'Hûn çima hatin vê derê' hatin kirin.”
Hat diyarkirin ku zarokê 13 salî yê malbata mexdûr jî li ser gotinên êrişkaran, wek "zarokê bo tawan hatiye handan" îfadeya wî hatiye wergirtin.
Serokê Baroya Diyarberkirê eşkere kir ku ew malbat ji ber ku Kurd bû, rastî êrîşê hatiye û got, Serdozgeriya Anamurê bi tometên “kuştina bi qestî”, “handana xelkê bo kîn û dijminkariyê” û “gihandina ziyan bi mal û milk” derbarê wan kesan de lêpirsîn vekir lê dadgehê derbarê du kesan tenê bi tometa “kuştina bi qestî” biryara girtinê daye.
Encam û tesbîtên rapora Baroya Diyarbekirê
- Mexdûr rastî gotinên nijadperestî û êrîşa fizîkî hatine.
- Mexdûr ji ber ku ji Herêma Kurdistanê û Kurd bûne rastî sûcê nefretê hatine.
- Divê derbarê Rêveberê Emniyeta Anamurê, Qaymeqam û berpirsên emnî de lêpirsîn bê destpêkirin ku tevî ne di erkê wan de bûye, hewl dane li gel malbatê biaxivin û araste bikin.
- Divê madeya 122 ya Yasaya Ceza ya Tirkiyê bê guhertin û têkildarî sivikatî û gefên li dijî nasnameyên ciyawaz yasayek bê amadekirin.
- Divê Tirkiye bi rêk û pêk pabendî hemû wan rêkeftinên navxwe û navdewletî bibe ku îmze kirine û daraz û îdare pabendî wan xalan bibin ku hatine destnîşankirin