Li Rojavayê Kurdistanê ji ber hişkesazliyê berhemên cotkaran têk çûne
Cotkar ji Rêveberiya Xweser daxwaza alîkariyê dikin.
Qamişlo (K24) – Li Rojavayê Kurdistanê ji ber hişkesaliyê berhemên cotkaran têk çûne û cotkar ji Rêveberiya Xweser daxwaza alîkariyê dikin.
Erd zer bûye û dema palayiyê hatiye, lê berhem tune ye. Cotkarek ji gundewarê bajarê yê bi navê Elî bi dilekî şewat li mûsimê xwe yê têkçûyî dike, ku 50 donim erd, tenê 5 çewalên genim bi dest xistine. Ev encama xebata salekê ye, ji ber ku baran nehat û genim têk çû.
Cotkar Elî bang li Rêveberiya Xweser dike û dibêje divê li rewşa cotkaran binêrin û alîkariya wan bikin, ji ber ku rojên zehmet li pêşiya wan e.
Cotkar Elî ji K24ê re diyar kir: “Berhemên min ên îsal tenê ev in, 5 çewal genim ji 55 donim hatiye û niha ez ê 400 hezar lîreyên Sûrî kirêya çînê bidim xwediyê patozê, ka em ê çi bikin, em bi hêvî ne ku Rêveberiya Xweser rewşa me û rewşa van feqîran bibîne.”
Zirar ne tenê gihiştiye cotkaran, di heman demê de karker û xwediyên patozan jî zirar dîtine û dibêjin nirxên parçeyên tamîrkirina patozê pir buha ne û mûsim tune ye.
Çandinî jêdereke aborî ya sereke ye ji bo tevahiya xelkê Rojavayê Kurdistanê, gelek malbat li ser berhemên van dexlan, xwe û zarokên xwe xwedî dikin û tunebûna mûsim, tê wateya wê yekê ku saleke bi zehmet li pêşiya van malbatan e.