Çekdarên Heşda Şeibî baregehên YNKê li Xaneqînê dorpêç kirin

Çekdarên Heşda Şeibî li ser dîwarên baregehên YNKê nivîsîne: “Ji vir biçin”

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarokê Xaneqînê hejmarek ji çekdarên Heşda Şeibî bi ser baregeheke Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) de girt û çekên hejmarek karmendên asayişa YNKê jê standin.

Peyamnêrê K24ê li Germiyanê da zanîn, hejmarek çekdarên DAIŞê bi ser baregeha Bawe ya YNKê de girt û çekên hejmarek karmendên asayişa YNKê jê standin.

Diyar kir jî, çekdarên Heşda Şeibî li Xaneqînê jî bi ser asayiş û Malbenda YNKê de girtin û hejmarek ji endamên Asayiş û Pêşmerge girtin.

Herwiha çekdarên Heşda Şeibî li ser dîwarên baregehên YNKê nivîsîne: “Ji vir biçin”

Piştî hewldanên navbeynkariyê û têkiliyê, endamên Asayîşê û Pêşmergeyan serbest hatin berdan.

Li gor zanyariyên peyamnêrê me, ev bûyer piştî wê yekê rû daye, berpirsekî Heşd ê bi navê Hazim Şekircî li xaleke kontrolê ya Asayişa Silêmaniyê hatibû desteserkirin, piştî ku ew hat berdan û vegeriya Xaneqînê, hêza xwe kom kir û daxwaza derketina YNKê ji wî bajarî kir.