Serokwezîrê Herêma Kurdistanê mezintirîn kargeha hesin li Hewlêrê vedike

Ew Kargeh yek ji kargehên herî pêşkeftî û mezin ên hesin li ser asta Iraqê û Herêma Kurdistanê ye.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 18ê Gulanê mezintirîn kargeha berhemanîna hesin (MED STEEL) li bajarê Hewlêrê vedike.

Kargeha berhemanîna hesin (MED STEEL), yek ji kargehên herî pêşkeftî û mezin ên hesin li ser asta Iraqê û Herêma Kurdistanê ye.

Lêçûna avakirina kargehekê 100 milyon Dolar e û bi vê yekê dikare salane 350 hezar ton hesin hilberîne û nêzî hezar kesî dê lê kar bikin.