Mesrûr Barzanî: Em her hewlekê ji bo danîna jêrxaneyeke bihêz didin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî mezintirîn kargeha berhemanîna hesin (MED STEEL) li bajarê Hewlêrê vekir
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 18ê Gulanê beşdarî merasîma vekirina mezintirîn kargeha berhemanîna hesin (MED STEEL) li bajarê Hewlêrê kir û tê de gotarek pêşkêş kir.
Kargeha berhemanîna hesin (MED STEEL), yek ji kargehên herî pêşkeftî û mezin ên hesin li ser asta Iraqê û Herêma Kurdistanê ye. Lêçûna avakirina kargehekê 100 milyon Dolar e û bi vê yekê dikare salane 350 hezar ton hesin hilberîne û nêzî hezar kesî dê lê kar bikin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di gotara xwe de ragihand, “Vekirina kargeha hesin MED STEEL li Hewlêrê wê rastiyê nîşan dide ku em li Herêma Kurdistanê bi piştevanîkirina sektora taybet berdewam in, bi taybet ku ev kargeh di warê pîşesazî de xizmeteke mezin ji Herêma Kurdistanê re dike.”
Herwiha got: “Em ne tenê sozan didin, belkû em sozên xwe bi cih tînin. Di kabîneya nehem a hikûmetê de me soza wê yekê da ku bi piştevaniya sektora taybet bikin, herwiha emê her hewlekê bidin ji bo hemcurkirina aboriya Kurdistanê. Xweşhal im ku dibînim kargeheke wiha mezin ya bi standarta cîhanî hatiye dirustkirin ku mezintirîn û pêşketîtirîn karegeha hesin li ser asta Iraq û Herêma Kurdistanê ye.”
Karîna kargehê ya berhemanîna 350 hezar ton şîş û hesin salane heye
Serokwezîr Mesrûr got: “Hat gotin ku karîna vê kargehê ya berhemanîna 350 hezar ton şîş û hesin salane heye, ev ne tenê ji bo Kurdistanê belkû ji bo Iraqê dikare xizmeteke mezin bike, ji bilî wê jî hezar derfeta kar jî pêşkêş dike.”
Herwiha got: “Cihê şanaziyê ye ku em dibînin Herêma Kurdistanê roj bi roj projeyên stratejîk li ser asta hemû parêzgehan û Kurdistanê jî dirust dike. Em berdewam in li ser piştgîrîkirina sektora taybet, herwiha ew hewlên ku hikûmet bi sektorên taybet re dike ji bo ji nû ve avakirina jêrxaneyeke bihêz a aboriyê li Kurdistanê, da ku em êdî xwe nespêrin jêdereke dahatê.”
Diyar kir jî: “Kurdistan ji aliyê kanze û çavkaniyên xwezayî ve dewlemend e, lê wek pêwîst sûd jê nehatiye wergirtin, lê belê em hemû hewldanan dikin ji bo danîna jêrxaneya aborî ya ku pêwîst e Kurdistanê deyne ser nexşeya welatên pêşkeftî.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez kir, “Bi vî awayî ez dilniya me, hem sermayederên birêz ên li Kurdistanê berhemhênanê li Kurdistanê dikin sûdmend bin û hem gelê Kurdistanî jî dê ji van berheman sûdê werbigirin.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got: “Em spasîya hemû sermayedarên birêz dikin û daxwazê ji weberhêneran dikin ku li ser hemû sektorên weke pîşesazî, çandinî, geştûguzar, perwerde û tendirûstiyê berdewam bin, bernameyeke me ya temam û mezin heye da ku Herêma Kurdistanê di hemû waran de bi pêş bikeve, ji ber vê yekê jî pêwîstiya me bi hevkariya hev heye.”
Herwiha got: “Ez kêfxweş im ku em ne tenê axivîne, lê belê em roj bi roj berhema sozên xwe bi vî rengî dibînin û em roj bi roj dibînin ku Kurdistan gavên zêdetir ji bo pêşketinê diavêje. Ez spasîya vê kompanyayê û rêzdar Sabir Yuzel dikim, ji ber ku ew weberhênan di vî warî de kiriye û hêviya serkeftinê ji wan re dixwazim.”