Welatiyên Qamişlo li dijî biryara zêdekirina nirxê sotemeniyê xwe pêşan didin

Ji ber bilindkirina nirxê sotemeniyê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve, welatiyên bajarê Qamişlo derketin xwepêşandanê û daxwaza hilweşandina vê biryarê kirin.

Xwepêşandana li Qamişlo / Wêne: Kurdistan 24 - Ekrem Salih
Xwepêşandana li Qamişlo / Wêne: Kurdistan 24 - Ekrem Salih

Qamişlo (K24) – Ji ber bilindkirina nirxê sotemeniyê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve, welatiyên bajarê Qamişlo derketin xwepêşandanê û daxwaza hilweşandina vê biryarê kirin. 

Rêveberiya Xweser duhî bi biryarekê nirxê sotemeniyê bi bilind kir, vê yekê jî karvedanên nerazîbûnê yên xelkê li dû xwe anî û îro hejmarek ji welatiyan derketin xwe pêşan dan û nerazîbûna xwe li dijî wê biryarê nîşan dan.

Peyamnêrê K24ê li Qamişlo da zanîn, hejmarek mezin ji welatiyên Qamişlo li dijî biryara bilindkirina nirxê sotemeniyê derketine xwepêşandanekê û berê xwe dane pêş Şaredariya Qamişlo û daxwazê ji aliyên pêwendîdar dikin ku vê biryarê hilweşînin.

Peyamnêrê me destnîşan kir, xwepêşander dibêjin ku ew ê di xwepêşanderên xwe de berdewam bin, heta ku Rêveberiya Xweser ji vê biryarê bi paş ve vedikişe.

Xwepêşanderekî ji K24ê re got: “Piştî mehekê ji biryara qedexeya giştî ya çûnûhatinê ya bi sedema Koronayê, nemane kar û têkçûna rewşa aborî ya xelkê, Rêveberiya Xweser nirxê sotemeniyê 4 qatan zêde kir. Ev biryar ne di cihê xwe de ye û divê were hilweşandin, eger ev biryar neyê hilweşandin, dê xelkê li welat maye jî, dê koçber bibe.