Fermangeha Meyda û Zanyariyan: Rûmala dilhişk a hi kenalan şermezar dikin

“Divê aliyên pêwendîdar rê li ber kiryarên bi vî rengî bigirin û dozger jî bi erka xwe rabin, ji bo ku careke din kiryarên bi vî rengî yên nemirovî neqewimin.”

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermangeha Meyda û Zanyariyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê bûyera xweşewitandina ciwanekî Rojhilatê Kurdistanê û rûmala hejmarek kenalên ragihandinê ji wê bûyerê re daxuyaniyek belav kir.

Duhî ciwanekî Rojhilatê Kurdistanê li pêş nivîsgeha Neteweyên Yekgirtî li Hewlêrê li ber çavên rojnamgerên hin kenalên ragihandinê agir berda xwe û xwe şewitand, vê bûyerê jî gelek karvedan li pişt xwe anîn.

Di wê derbarê de Fermangeha Meyda û Zanyariyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyê de ragihand:

“Mixabin penaberekî bajarê Bokanê li ber baregeha Neteweyên Yekgirtî li Hewlêrê agir berda xwe.

Di demekê de ku em dilgiraniya xwe derbarê wê bûyera diltezîn de derdibirînin, em bi tundî wan kenalan şermezar dikin ku bêyî guhdana bi rewişta karê rojnamegeriyê û yasayên karpêkirî û rênimayên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi awayekî dilhişkî rûmala vê bûyerê kirin bêyî ku hest bi berpirsiyartiya karê rojnamegeriyê bikin.

Divê aliyên pêwendîdar rê li ber kiryarên bi vî rengî bigirin û dozger jî bi erka xwe rabin, ji bo ku careke din kiryarên bi vî rengî yên nemirovî neqewimin.”