Amerîka daxuyaniyên Erdogan şermezar dike

Amerîka daxuyaniya Serokkomarê Tirkiyê bi şermezar dike û wê bi sedema aloziya zêdetir li herêmê dizane.

Navenda Nûçeyan (K24) – Amerîka daxuyaniya Serokkomarê Tirkiyê bi şermezar dike û wê bi sedema aloziya zêdetir li herêmê dizane.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price ragihand, welatê wî daxuyaniyên dawî yên Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan bi tundî şermezar dike û wê bi sedema aloziya zêdetir a herêmê bi nav dike.

Herwiha Prîce diyar kir ku welatê wî gotinên Serokkomarê Tirk Recep Tayîp Erdogan ên "li ser Yahûdiyan" bi tundî şermezar dike û wan weke "antî-semîtîk" bi nav dike.

Prîse di daxuyaniya xwe de got, "Em bang li Serokkomar Erdogan û rêveberên din ên Tirk dikin ku xwe ji daxuyaniyên handana tundûtûjiyê dikin dûr bigirin."

Ev piştî wê yekê tê, Erdogan roja Duşema borî gotibû ku destê Serokê Amerîka Joe Biden bi xwînê sor bûye, ji ber ku çekên pêşketî dida Tel Avîvê û Îsraîl jî wek dewleta terorê bi nav kiribû ku zarok û jinan dikuje.