2 teqînan bajarê Diyarbekirê hejand

Îro piştî nîvê şevê 2 teqînên mezin li binkeyeke asmanî ya leşkerî li parêzgeha Diyarbekirê çêbû.

Navenda Nûçeyan (K24) – Îro piştî nîvê şevê 2 teqînên mezin li binkeyeke asmanî ya leşkerî li parêzgeha Diyarbekirê çêbû û bajar ji ber wan teqînan hejiya.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu ji ser hesabê xwe yê tora medyaya civakî ji ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand li baregeheke leşkerî bi 2 droneyan êrîşek çêbûye û ew drone hatine pûçkirin.

Herwiha Suleyman Soylu ragihandiye ti zirarek canî pêk nehatiye.

Li aliyê din parêzgariya Diyarbekirê jî derbarê êrîşan de daxuyaniyek belav kir û tê de da zanîn bi droneyan êrîşek pêk hatiye. Herwiha parêzgariya Diyarbekirê ragihandiye ti ziyan çênebûye. 

Cihê balkêşiyê ye ku Suleyman Soylu û hem jî parêzgariya Diyarbekirê aşkere jî nekiriye bê ka ew ew êrîş ji aliye kê ve hatiye encamdan.