Di hevdîtina yekem a Lavrov û Blinken de banga diyaloga "dirust" hate kirin
Lavrov û Blinkên li Reykjavik Paytexta Icelandayê civiyan.
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di civîna xwe ya yekemîn de bi hevtayê xwe yê Amerîkî Anthony Blinken re tekez li ser amadebûna Rûsyayê ji bo gotûbêjkirina hemû mijarên nakok kir û daxwaza bikaranîna derfetên dîplomasî kir
Lavrov û Blinkên li Reykjavik Paytexta Icelandayê civiyan û derbarê hevdîtinê de Lavrov got: "Bêguman ev civîn ji bo têkiliyên me gelekî girîn e, da ku wek serokên me dixwazin, em diyar bikin ka em çawa dikarin di pêşerojê de bi hev re danûsitandinan bikin."
Herwiha Lavrov diyar kir, “Em di gelek babetên li ser asta navdewletî de nakok in, herwiha em ji bo çareserkirina pirsgirêkên ku divê bên normalîzekirin jî, gelek li hev nakin. Helwesta me pir hêsan e, em amade ne hemû mijaran nîqaş bikin, bi şertê ku ev yek bi awayekî aşkere, dirust û li ser bingehê rêzgirtina hevbeş were kirin."
Ji aliyê xwe ve jî Blinken di hevdîtinê ji ber komkirina hêzên Rûsî ya li nêzîkî sînorê Ukraynyayê "dilgiraniya xwe ya kûr" anî ziman.
Blinken piştî civînê ji rojnamevanan re got: “Em bi Rûsyayê re li pêwendiyên aram digerin. Em bawer dikin ku ev yek dê ji gelê me, gelê Rûsya û cîhanê re tiştekî baş be. Lê eger Rûsya bi awayekî dijmanane li dijî me yan li dijî hevalbendên tegeriya, em ê bersivê bidin.”