Li Êlih û Şirnexê bi dronan êrişî baregehên serbazî hat kirin

Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand, du baregehên wan yên serbazî li parêzgehên Êlih û Şirnex yên Bakurê Kurdistanê rastî êrişê hatine.

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand, du baregehên wan yên serbazî li parêzgehên Êlih û Şirnex yên Bakurê Kurdistanê rastî êrişê hatine.

Şeva borî li ser medyaya civakî hat gotin ku li derdora bajarên Şirnex û Batman yên Bakurê Kurdistanê dengê çendîn teqînan hatiye bihîstin.

Li ser wê yekê, Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand, bi firokeyên makêt (drone) hewl hat dayîn êrişî fermandehiya firokeyên bê pîlot a li Batmanê û fermandehiya hêzên bejahî li Şirnexê bê kirin lê ti ziyan nehgihîştiye wan baregehan û tedbîrên pêwîst hatine girtin.

Çend roj berê jî bi heman şêwazî êrişî baregeheka hêzên hewayî ya li bajarê Diyarbekirê hatibû kirin. PKKê ew êriş girtibû ser xwe.