DAIŞê gundekî Kerkûkê topbaran kir
Çekdarên DAIŞê hejmarek gulleyên hawên arasteyî gundekî sînorê parêzgeha Kerkûkê kirin.
Hewlêr (K24) – Çekdarên DAIŞê hejmarek gulleyên hawên arasteyî gundekî sînorê parêzgeha Kerkûkê kirin.
Jêderekî ewlehiyê ji parêzgeha Kerkûkê ragihand; çekdarên DAIŞê bi hawênan gundê Macid yê ser bi navçeya erebnişîn a Hewîceyê topbaran kirine.
Jêderê ewlehiyê eşkere kiriye ku ji ber topbaranên DAIŞê ziyan negihiştiye canê ti kesî.
Herwiha diyar kiriye ku hêzên ewlehiyê li wê deverê dest bi helmeta lêgerînê kiriye ji bo dîtina encamderên wê êrîşê.