Firokeyên Tirkiyê karwaneke PKKê kire armanc

Rêveberê Nahiya Mangêş a ser bi navçeya navendî ya Duhokê Muştaq Îsmet ragihand ku karwaneke wesayîtan a PKKê ji aliyê firokeyên şer ên Tirkiyê ve hat bombebarankirin.

Duhok (K24) – Rêveberê Nahiya Mangêş a ser bi navçeya navendî ya Duhokê Muştaq Îsmet ragihand ku karwaneke wesayîtan a PKKê ji aliyê firokeyên şer ên Tirkiyê ve hat bombebarankirin.

Muştaq Îsmet ji K24ê re ragihand: “Di demjimêr 22:05ê şevê de karwaneke wesayîtên PKKê, li durêya gundê Dilya yê ser nahiya Mangêş, ji aliyê firokeyên şer ên Tirkiyê ve hat bombebarankirin.”

Li ser vê mijarê, Qaymeqamê Navçeya Navendî ya Duhokê Cewher Elî ji K24ê re diyar kir: “Bombebaran li ser rêya sereke ya Mangêş û gundê Dilya ya ber bi Zaxoyê bûye û hejmara wesayîtên wê karwana PKKê, sê otomobîl bn û her sê jî bi temamî şewitîn û qurbaniyên giyanî jî di nav çekdarên PKKê de hebû.”

Hêjayî gotinê ye ku nahiya Mangêş tenê 30 kîlometre ji navenda bajarê Duhokê dûr e û 54 gund li xwe digre.