Balafirgeha Diyarbekirê bo 30 rojan tê girtin
Parêzgeriya Diyarbekirê ragihand ku dê ji 24.05.2021an û pê de Balafirgeha Diyarbekirê were girtin.

Diyarbekir (K24) - Parêzgeriya Diyarbekirê ragihand ku dê ji 24.05.2021an û pê de Balafirgeha Diyarbekirê were girtin û dê ji balafirgehên Êlih û Mêrdînê geştên asmanî pêk werin.
Li gorî daxuyaniya Parêzgeriyê, ji ber ku zemînê balafirgehê ku firoke bikar tînin xirab bûye, dê werin nûjenkirin û xebatên nûjenkirinê dê 30 rojan berdewam bike.
Parêzgeriyê di daxuyaniya xwe de got: “Ji ber geştên zêde yên balafirên sivîl û serbazî zemîna balafirgeha Fermandariya Bingeha Asmanî ya 8emîn û Balafirgeha Diyarbekirê xirab bûye, dê di 24ê Gulana 2021an de li hemû geştên asmanî were girtin.”
Herwiha eşkere kir: “Di vê mijarê de bi Wezaretên Gihandin û Berevaniya Neteweyî hemahengî hatiye kirin û tê çaverêkirin ku xebatên nûjenkirinê di 30 rojan de werin temamkirin. Da ku ti kes mexdûr nebe dê ji balafirgehên Êlih û Mêrdînê geştên asmanî pêk werin.”