131 tabloyên şêwekariyê di çalakiyeke hunerî de hatin pêşandan

Li bajarê Qamişlo Sêyemîn Hevdîtina Hunerî û Pêncemîn Pêşengeha Hunera Şêwekariyê hat vekirin.

Qamişlo (K24) –  Li bajarê Qamişlo Sêyemîn Hevdîtina Hunerî û Pêncemîn Pêşengeha Hunera Şêwekariyê hat vekirin. 131 teblo jî ji aliyê şêwekarên Rojavayê Kurdistanê tê de hatin pêşkêşkirin.

Li navenda Mihemed Şêxo li bajarê Qamişlo 131 tabloyên ku bi destê 131 hunermendên şêwekarî yên Rojavayê Kurdistanê hatine neqişandin, di heyama çar rojan de hatine pêşkêş kirin.

Hûrgiliyên xewna vegera bo Efrînê, ji aliyê şêwekar Ehrîman Hesen ve bi dirêjahiya salekê ji kar di nava tabloyekê da hatine neqişandin, Tevî ku bi dehê tabloyan neqişandiye, lê her xêzek ji vê tabloyê, êşa koçberiyê di mejiyê Ehrîman de ji nû ve ava dikirin.

Cêwaziya vê pêşengehê li gor Komîta Amadekar, şêwekar ji tevaya pêkhateyên deverê beşdarî wê bûnE, herwiha ew hunermend bi piraniya xwe jin bûn.

Çalakiyên cuda jî di nava pêşengehê de hatine lidarxistin, mîna semînerên hunerî û şahiya bidawîkirina vê çalakiyê, tevî xelatkirina hunermednên beşdarî pêşengehê bûbûn ji aliyê komîta amadekar ve.