Li Herêma Kurdistanê 4 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê yên Koronayê ragihandin.

Navenda Nûçeyan (K24) –  Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 260 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 4 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 260 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 21 kes li Hewlêrê, 42 kes li Silêmaniyê, 187 kes li Duhokê û 10 kes li Helebceyê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 4 kesan canê xwe ji dest dane, ku ji wan 1 kes li Hewlêrê, 2 kes li Silêmaniyê û 1 kes li Germiyanê ye.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 773 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.

Amarên giştî:

Pêketin: 164711

Mirin: 4211

Başbûn: 149062

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.